Sadık Varlı kitaplarını, Sadık Varlı sözleri ve alıntılarını, Sadık Varlı yazarlarını, Sadık Varlı yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Beytika dayîk mirov nîşanî çêlikên xwe dan û ji wan re got : " Çêlikên minên delal , ez ji we pir hez dikim , naxwazim zirarek bigihîje we . Ji ber vê yekê bi baldarî li min guhdar bikin . Ew ên li ser erdê wa ku
hûn dibînin ji wan re mirov dibêjin . Ew jî wek me xwedi du piyan in lê bêbask in . Li hem berî me bêbext in . Ji bîr nekin ew dijminên me ne . Dema me bibînin xwe xwarê erdê dikin , keviran hildidin û davêjin me . Haya we bi we hebe dema wan xwe xwarê erdê kir bi lez û bez ji wir bifirin da ku kevirê wan ji we negire . " Hemû çêlikan gotin " Baş e dayê ser çavan . " Lê Bazbeytikê ku ew jî çêlik bû ji da yîka xwe pirsî :
" Dayê gotinên te pir baş û rast in . Dema mirovan ji bo keviran xwe xwarê erdê kirin em ê ji wir dûr kevin . Lê heke ku di berê de kevir xistibin berîka xwe û dema çav bi me ketin kevir ji berîka xwe derxistin avêtin me divê em çi bikin ? "
Li ser vê pirsê dayîkê got :
" Bi Xwedê tu ji min aqiltir î , tu yê ji min baştir çarenûsekê bibînî . "
Dayikê bi kêfxweşî û serbilindî ev çîrok ji hemû hevalên xwe re gotibû . Hemûyan xwe ziya xwe bi dayikê anîbûn û gotibûn xwazika çelikeke me ya wiha bi aqil hebûya . Çûka temen bilind ;
" Em bi Bazbeytikê serbilind in . Ew aqil menda me ye . Ne tenê di nav me beytikan de di nava hemû firindeyan de yeke bi vî rengî biaqil derneketiyê . Ez hêvî dikim ji vir şûn de hejmara çêlikên wek Bazbeytikê pir zêde be . Heke wiha bibe biwêja ' mêjîçûk ' ku em pê tên biçûk - kirin dê bêwate bimîne . "
Çawa nakokî , şer û pevçûn di navbera mirovan de rû didan, di nava wan de jî rû didan . Pevçûn û şerên ku rû didan jî bi sînor bûn , nedişibiyan wek yên mirovan . Lewre ew wekî mirovan xwedî hêzeke pir zêde û bêsinor nebûn . Wan nikaribû wekî mirovan şerê cîhanê derxistana û di carekê de bi milyonan heywan tunebikirana . Ew xwedi çekên nukleerî û kîmyewî nebûn ku li hemû cîhanê çavsoriyê bikin û gef li pergala ekolo jiyê bixwin . Hemû heywan , li serê çiyan, di nav çolan û di nav daristanan de di nav jiyaneke sirûştî de dijiyan. Jiyana wan ne yek bi yek ne weki ya mirovan bû , lê di gelek aliyan de dişibiya ya mirovan.