Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Samî Tan

Samî TanRêzimana Kurmancî yazarı
Yazar
9.4/10
6 Kişi
29
Okunma
4
Beğeni
702
Görüntülenme

Samî Tan Sözleri ve Alıntıları

Samî Tan sözleri ve alıntılarını, Samî Tan kitap alıntılarını, Samî Tan en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ev jî ji bo Colemêrgî'yan:)
Xaleke din jî wekî " -(b)it" bikaranîna cînavka kesandinê ya kesê sêyemîn e. Xuya ye ku ev form di Kurmanciya berê de hebûye û niha jî di hinek devokan de tê bikaranîn. Ji ber ku ev form tu alozî û tevlîheviyan di zimên de pêk nayîne,hêdî hêdî dikeve zimanê nivîskî jî. Lê zehmet e ku piştî vê demê cihê xwe di zimanê nivîskî de bigire. Di dîwanên wêjekarên klasîk ên Kurd ev form bi xurtî hatiye bikaranîn. Em dişên ji Dîwana Melayê Cizîrî çend beytan wekî mînak pêşkêş bikin: Yar divê hakim !bitin qewlê reqîban guh !nedit Şahê milkê dîlberê dê fa'ilek muxtar !bit
Sayfa 140 - Enstîtuya Kurdî ya stenbolê 1992Kitabı okudu
Reklam
Nexasim ji bo Amedî'yan.d
Di hin devokên Kurmancî de ergatîvî ji holê rabûye. Ev yek bi du awayan pêk hatiye. Li herêmên di bin bandora tirkî de, lêkerên gerguhêz di dema borî de jî wekî demên din li gorî kirdeyê tên kişandin. Bo nimûne, li şûna "Min xwest ez te nas bikim", " ez xwestim te nas bikim." tê gotin. Her wiha li şûna "Min nan xwar" , "Ez nan xwarim" tê gotin. Ev cure têkçûna Ergatîvîyê li Kurdistanê zêde ne berbelav e, li hinek deverên Amedê bi ber çavan dikeve. Lê awayekî din ê têkçûna Ergatîvîyê heye ku li seranserê Kurdistanê berbelav e û di gelek devokên Kurmancî de heye.
Sayfa 89 - Di devokên Kurmancî de têkçûna ergatîvîyêKitabı okudu
Xuya ye ku despêkirina axaftinê di mêjiyê mirov û mêjûya mirovahiyê de Şoreşeke mezin e.
Sayfa 21 - Enstîtuya Kurdî, Stenbol(1992)Kitabı okudu
Taybetmendiyeke Kurdî; Ergatîvî
Ji zimanên kevn; Zimanê Hûrîyan, Sûmeran û Ûrartûyan ergatîv bûn. Ji zimanên îro zimanê Baskî, Eskîmoyî ergatîv in. Her wiha ji zimanên Qefqasî; Gurcîkî, Lazkî hwd. zimanên ergatîv in. Bo nimûne, Baskî zimanekî tam ergatîv e. Helbet hemû ziman bi sergihayî ne ergatîv in, hinek ji wan nîv-ergatîv in, Kurdî jî yek ji van zimanan e. Kurdî bi tenê di demên borî de ergatîv e, di demên niha de akûzatîv e.
Sayfa 87 - Cudahiya Kurdî ya herî berbiçav ji farisî, erebî û tirkîKitabı okudu
Rûberiya Kurdî û Farsî..
.... Di zaravayên Bakur ên Kurdî de zayendî heye, lê di farisî de nîn e. Her wiha di Kurdî de "ergatîvî" heye, lê belê di farisî de nîn e. Di kurdî de dengên hilmî û nehilmî dengên bingehîn in, heçî farisî ye, tê de dengên nehilmî nîn in.
Sayfa 26 - Enstîtuya Kurdî ya stenbolê/ İstanbul Kürt Enstitüsü,1992Kitabı okudu
Reklam
zaravayên kurdî
Bi kurtasî zaravayên sereke yên kurdî ev in:kurmancîya jorîn, kurmancîya jêrîn, goranî(Hewremanî) kirmanckî(dimilî), Lorî...
Kîte, ew beşa peyvê ye ku bi yek carê re jî devê mirov derdikeve.
Gelek zimanzan zimanê kurdî rasterast bi zimanê medî vê girê didin.
Reklam
Di zaravayên Bakur ên kurdî de zayendê heye, lê di farisî de nîn e. Her wiha di kurdî de ergatîvî heye, lê belê di farisî de nîn e. Di kurdî de dengên hilmî û nehilmî dengên bingehîn in, heçî farisî ye, tê de dengên nehilmî nîn in.
Di nav zimanên îranî de farisî tekane ziman e ku her tim bûye zimanê desthilatîyê, lewre jî gelek waran de ji zimanên din zêdetir derketiye pêş. Ji ber vê yekê gelek kesan xwestiye zimanên din ên îranî wekî zaravayên farisî bibînin. Lê êdî diyar bûye ku zimanê farisî jî van zimanên bi têne yek e, nikare zimanan bigire bin baskê xwe.
Ziman çî ye?
Ziman navgîna ragihandinê ye. Mirov bir riya dengan hest û ramanên xwe ragihînin hev Ziman dergûşa afirandinên mirovan e, dergûşa ye. Ziman nîşaneya nasnameya hevpar e.
18 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.