Sîdar Jîr
di vê romana xwe de wekî “Rûyê Nas” behsa xwe dike û
li ser şerê kobaniyê dinivîse.
lê çiqasî ji bo kurdekî zehmet be jî
bi awayekî propagandawarî û hestiyarî nêzîkê meselê nebûye.
Camêr li cihê xwe rûniştî û ji dûrve ev roman nenivisiye çûye sînor û gelek tiştên xedar bi çavê serê xwe dîtiye
lê dîsa jî wî nehîştiye hest û ramanên wî tikevine pêşiya honaka romanê.
Sîdar jîr herba 9 sal berê li deşta beraziyan qewîmî, li ser xaniyê evina Şoreş û Esmerê ava kiriye, wesiyeta lehengê xwe aniye cî û dest bi şerê xwe kiriye bi pênûsa di mista xwe de.
Wekî min li jor jî got nivîskar zimaneke propagandîst tercîh nekiriye (belkî jî bo ziman, honak û bandora berhemê qels nebe tercîh nekiriye, nizanim)
lê ez ne nivîskarim ji ber wê dikarim slogana xwe bavêjim.
“Bijî şoreşa rengîn û gulgulî
li hember ewrên reş û tarî”