Umran Aran

Umran Aran

Editör
0.0/10
0 Kişi
·
0
Okunma
·
0
Beğeni
·
3
Gösterim
Yazara henüz alıntı eklenmedi.
148 syf.
·30 günde·Puan vermedi
"...
Dema tu bi asansorê ber bi cihê dirankêş ve hildikişîyayî qatê pêncemîn, êşa te ya ji
ber diranan a sê rojbûn li serê te bûbû bela, ji nû ve dest pê kiribû.
...
Gelo ez çîroka Leyla Qasimê b'çi hawî bihonim? Ez wê d'salên heftêyî'd vebêjim, an ez d'hişê mirovekî de çîroka wê saz bikim? Ne'j vê êşa dirên bûya!... Tew min duh b'şev ti tiştek ji xwendina xwe fêm nekir. Min digot qey Leyla û hevalên xwe kemîn l'pêşîya Saddam Husên danîne û ji bêşensîyê ketine destên pastarên wî, lê'd jînenîgarîya wê de tiştekî dîtir dihat gotin...
..."
Ji pirtûka "Pizdank" -a birêz Yaqob Tilermenî- yek ji çîrokên ku min herî ecibandî "Stewr" e. Pêşî mekan û cihê çîrokê bala min kişand. Çîrok li ber asansorekê dest pê dike, li klînîka dirankêşekî didome, dû re li nexweşxaneyê û dawî dîsa li klînîka dirankêş tê.
Divê ez mikur bêm, di dilê min de derbasbû; gelo çîroknûsê me li mekaneke wisa çawa Leyla Qasimê bîne bîra me? Lê, mamoste Yaqob Tilermenî pir bi hostayî çîroka xwe sazkirî ye ku, du bûyerên paralel bi hevdû re dimeşin. Yek êşa didanê lehengê me Cemal e, yek jî nûçeyên derheqê S.Husênbûn(ji bilî beşa sêyem ku behsa darizandina S.Husên dibe.) Li gorî dilê min, ew agahî wek mînak; ji televîzyona klînîkê bihata dayîn baştirbû.
Birêz Yaqob Tilermenî wek fîlm an şanoyekê him mekan û him jî bûyerê li ber me radixe. Çîrok mîna senaryoyeke sînemayê an dîka şanoyê li ber çavên me xûya dibe. Çîrok bi hostayî hatîye sazkirin. Û xwîner dikare çîrokê bi kêf bixwîne.
Axir, divê ez bêjim ku, mamoste gelek bi serkeftî wek metaforek "didan" bikaranîye. Didanê kufikî êş û azarê dide mirov. Divê ew didan bê kişandin ku mirov ji wê êşê xilas bibe.
Çîroknûs bi dawîbûneke surprîz çîroka xwe diqedîne.
https://youtu.be/21fnm6-3aA4