Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
5/10
1 Kişi
4
Okunma
1
Beğeni
482
Görüntülenme
Berhema sêbeşî ya ji Dij-gotin, Çîrokên dilêş/vegotinê û Şanoya êş/gotinê ve pêkhatî, bi feraseteke pro—femînîstî ya xwe dispêre Jîneolojîyê di serî de Eyşe Şan, Meryemxan û Leyla Qasima bi jîyînên xwe yên xwedî bûnewerîya qewîn giyanê jinên Kurd vedibêje. Çîrokên jinên Kurdan ên ji sedsala bîstemîn û sedsala bîstûyekemîn ve digel helwestên xwe yên xweser ji hemû jinên cîhanê re bûne direwşên mînak, lê ji ber bêdewletbûnê ve cihê xwe di nava ferhenga jinê ya cîhanê de negirtine. Yaqob Tilermenî bi dijgotineke dekonstruktîvîstî, avahîsazîya çîrokên xwe bi xerakirinekê ji nû ve ava dike, li ser bîr û boçûnên ramaneke xweser datîne. Tilermenî, rastîya di çîrokên xwe de bi Kirdeya ku ti carî mafê wê yê bijartinê tuneye û digel tunebûna xwe kartêkirinên wê li her derê jîyan û civakê dide der, bi gotineke Lacanî -bi navê serziman tiştek tuneye- diguncîne û raber dike. Bi vî hawî destnîşan dike ku tiştek bi navê civakê jî tuneye. “Gulzozanê salên bîst û pêncan li dû xwe hiştibû û pêngav avêtibû ber bi navserebûnê ve. Belê, jinên Kurd ên fetloneka salên bîstan li xwe dibuhurandin êdî weke jinên navsere tevdigerîyan. Nexwe di temenê dozde û sêzdehan de keçên naşîn diketin paxila mêran û hîna sal li xwe nedizîvirandin, pêçek li ber hembêza xwe didîtin. Gulzozanê jî keçika sêyemîn anîbû jîyanê û li ser daxwaza derdorê ji bo ku lawekî diyarî mêr û civakê bike, navber nedabû anîna zarokan… Di pizdankeke du mehî de, pizekî xwe bi betnê malzarokê girtibû û ji bo ku li wê derê mayînde bimîne, li ber xwe dida. Ji ber hindê Gulzozan ji pizdanka malzarokê bêhay bi lezgînî dimeşîya heta ku likumî û li ser xiraman ramedîya…”
Yazar:
Yaqob Tilermeni
Yaqob Tilermeni
Editör:
Umran Aran
Umran Aran
Tahmini Okuma Süresi: 4 sa. 12 dk.Sayfa Sayısı: 148Basım Tarihi: Haziran 2018Yayınevi: Lise basın yayın
ISBN: 9786058140851Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
148 syf.
5/10 puan verdi
·
Beğendi
Gwin, Namus,Beravitî, Nixurî, Kordunde, Stewr, Pizdank, Gulik, Zêstanî. Her çîrok neqeba têgehekîde hatiye bicîkirin. Metleba niviskar a sereke ewe ku van têgeha ji wê bîra tarî de derxe ber rojê. Ger em çîroka li ser hêmanan dabeş bikin. Divê em bixin du beşan. Yek yên li ser têgehan in. Çîrok der dora têhan gêr dibin. Bi zimanê dewlemend û şêwazk rijî hatiye vegotin. Çîrok bûne kana peyvan. Di be ku ji ber vê hîn deverê honandinê maliq, hîn dever jî bê wate ne. Beşa duyemîn jî li ser hêmana Feminizmê hatiye lêkirin.Her yek ji jînenîgeriya jineke serkêş e. Eyşeşan, Meryemxan û Leyla Qasim. Kesayetê sereke ên van çîrokan her yek serkêşek e. Lê çîrok politîkbunê zêdetir polîtizene.Nivîskar pêşî biryara qehremanan, peyaman û têgehan daye. Paşê çîrok pêve daniye. Çîrok derxwezayî di bin siya niviskar herikîne. Berhem bi awayekî ecêb sêbare kiriye. Bi dijgotinê kurtasiya wê. Bi çîrokan vegotin û axiriya berhemê de jî hemam çîrok bi şêwaza şanoyê . Beşa şanoyê léanîna çîrokane ango adaptekirine. #kurteçîrok #çîrokênKurdî #Kurteçîrokênkurdî
Pizdank
PizdankYaqob Tilermeni · Lise basın yayın · 20184 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.