Ey xweş-hebîb
Ey xweş-tebîb
Ey xweş-hesabkêş
Ey xweş-heval
Ey xweş-çavdêr
Ey xweş-bersivdar
Ey xweş-hogir
Ey xweş-wekîl
Ey xweş-xwedî
Ey xweş-arîkar
Tu pak û bêrî yî ji her `eyb û `ar, ey Xwedayê ku bes tu yî penah û sitar, me biparêze ji `ezabê ar.
1- Ey nêzîktirê ji her nêzîkan
2- Ey mehbûbtirê ji her mehbûban
3- Ey mezintirê ji her mezinan
4- Ey ezîztirê ji her ezîzan
5- Ey hêzdartirê ji her hêzdaran
6- Ey zengîntirê ji her zengînan
7- Ey ciwamêrtirê ji her ciwamêran
8- Ey dilovantirê ji her dilovanan
9- Ey mêrîvantirê ji her mêrîvanan
10- Ey heybetdartirê ji her heybetdaran
Tu pak û bêrî yî ji her 'eyb û 'ar, ey Xwedayê ku bes tu yî penah û sitar, me biparêze ji 'ezabê ar.
ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻚَ ﻳَﺎ ﻟﺎَٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻟﺎَّٓ ﺍَﻧْﺖَ ﺍﻟْﺎَﻣَﺎﻥُ ﺍﻟْﺎَﻣَﺎﻥُ ﺧَﻠِّﺼْﻨَﺎ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻨَّﺎﺭِ
Tu pak û bêrîyê ji her 'eyb û'ar
Ey Xwedayê ku bes tu yî penah û sitar
Me rizgar bike ji ezabê ar
Rehberek rabû
Ji nava Kurdan
Pir, canfeda bû
Bedîuzzeman
.
.
Şêrê Kurdistan
Di dest de Quran
D'ewa wî Îman
Bedîuzzeman
.
.
Fikrên wî pir kûr
Bi eserên nûr
Kufrê dike dûr
Bedîuzzeman
.
.
Ev munacateke Pêxember (s.) ya pir hêja ye û qîmetdar e ku Cebraîl ji Hz. Muhemmed ra aniye û gotiye :"Zirxê xwe derxe û vê bixwîne."
Ev munacata han, ji Zeynelabidîn (r.) bi tewaturî hatiye rîwayet kirin
Sa'îd Nûrsî
Ma qey însan nabîne ku me ew ji dilopek avik xuliqandiye? Tew tu dibînî ku bûye dijmineke eşkere!
Afirandina xwe ji bîr kiriye û tew ji me ra mînakekê tîne û dibêje :"Ma wê kî, van hestîyên rizyayî ji nû ve vejîne?
Tu ji wan ra bêje:" Yê ku cara pêşîn ew afirandine, dê ji nû ve wan sax bike. Ew bi her afirandinê baş dizane.