li ser heman erdê, di bin heman asîmanê de
windabûye lingên min, di nava lingan de. dipirsim,
dibêjim ka kîjan ên min in, ax dibêje min hizna kîjanî
giran be, ew in.
li herdu aliyan êsir im. di qefesa singê de û di çavên te de! dizanim bo te ez ne tu tiştekî me, ne li vê dinê û ne jî li ba te! lê wiha bêdeng li min nenihêre! ger ev bêdengî ji ber jinbûna min be, li hebûnê ne heq e, tenê - vecd-e.