tu li kû yî ey xweda!
sedan sal e
kurd hawara xwe dike ji te re
dengê wî nabihîzî?
zîndî zîndî tê binaxkirin
tê enfalkirin
tê erebkirin û koçkirin
jin û zarokên wî
wek xidam tê birin
tu li kû yî ey xweda!
sedan sal e
kurd hawara xwe dike ji te re
di vê serdema globalî de
nabînî?
Sayfa 15 - Sîtav yayınları