Çûme Bêdlîsê gelî gelî
Jê diderkevin sê heb welî
Yek şêx şehabeddîn û mihemmed şirîn
Yê sisîyan jî seyîd ‘Elî
Çûme Bêdlîsê di kurtê da
Daraxacî wê di ortê da
Kapê şêx şehabeddîn û mihemmed şirîn
Qetîyan di ortê da..
Serokên wan li ber hev serî netewandin.
Ji ber vê, ev gotina Mewlana Hetîfî,
tam li rewşa wan dihat:
"Ji bo wî welatî tê kirin girîn û gazî
Eger, dê kî bê hewara wir ku tu nizanî
Difilite li Ke'beyê fahişeya serxweş
Ger hakimek tunebe pey de biçe bide heddî wê baş"
Şerefxanê Bedlîsî - Şerefname
"Heta bi qasî serê derziyê li ba te 'baqiyet' hebe
Ji bîr neke ku li ba te putperestî heye
Rustem dibêje: Min senema di xeyala xwe de şikand
Lê senema min di xeyal de şikand, baqî ye di heqîqetê de"
Şerefname
Şerefxanê Bedlîsî
Şerefname Dîroka Kurdistanê
Dema ku Sultan Mûradê Osmanî gotiye:
"Kurd, ji bilî yekîtiya li ser gotina Kelîmeya Şehadetê pê ve, li ser tu tiştî yekîtiyek wan tune", ne mimkun e ku nizanibe "xeta xwar di gayê pîr de ye", tiliya Sultan û yên bab û bapîrên wî jî di vê de heye.