Ezbenî, lê xeta û xeletî mezin e, ya ku îro tê kirin, em giş dibînin dixwînin dibihîsin her roj, ne tenê ji ber ku bi her kesî hat kirin, ji ber ku pir ji zû de, hînê sed-du sed sal bere çaxa keştiyên ku serikên dîrekên me didîtin ji nav behra bê perr dihatin xwe li vî bajarî digirtin, hînê ji wê çaxê de bû çi hat serê me. Hînê ez û tu tune bûn, dikevî ber? Kes nafikire. Mêjû ye, lê mejî nîne. Ne îşê îro û do û zarokan e.