Sen dersim kızı, yüreği devrim ateşi Sınır boylarında boynu bükük kız çocuğu Yükü kendisinden ağır, kendisinden habersiz yaşayan… Çoğu zaman hüzünlü, çoğu zaman düşünceli. Zulasında üç beş kuruş, bir kaç ekmek kırıntısı Yaşama tutunmaya çalışan Esmer yürekli, zelal bakışlı güzel… Sen ömrünün baharında gençliğin arayıcısı… Hangi yol, Hangi sokak, hangi mahalle Acına ortaktır? Hangi şarkıyı söyler dilin en nazlısında Hangi tarak tarar sararmış tozlu saçlarını Kim acını silip attırır, hangi yürek… Kimsesizliğinde sevdiğin hayatı Gerektiği gibi yaşanması, yaşanması gibi gerektiğini… İtiraz, itiraz etmelisin Dersim kızı Solgun olsa da bakışlarının arkasındadır O masum gülüşler Sendedir… Bilirim dersim kızı, sendedir yüreği delal kız… -Hüsnü Bala (bir kentin buruk rüzgarları)
Welat...
Tu felsefeya bê xîlav, zanyariya bê guman, hûnera destê kedkar, wêneyê bi heft rengî, strana çil meqaman, dûrîka heftê û du qewim, bereketa herdu çem awaza sê ziman,
Reklam
Tu evîna min a delal Tu helbesta min a herî zelal Tu kevoka min a herî xweşik Li himberî herî qirêjîyan paqij û geşik Tu armanca min a herî mezin Pir nazdar û gazin Lê çiqasî gazin be jî Evîna te dilê min de dijî Dildarê te me Her dem yê te me Tu ya min e Û her dem tunê wisa bimîn e.
Mela Xelîlê Mişextî - Arî ye
Ev çi zend e, ev çi qend e, ew çi find e, çi şemal Ev çi xal e, çi şemam e, ev çi rend e, çi şepal Ev çi nexdan e, çi lêv in, ev çi ebrû ne hîlal Ev çi mujgan in, çi tîr in, ew çi xifş in, karxezal Ew çi bişkoj in, telîsm in, ew çi kanîne zelal Ew çi bala û kezî ne, ew çi bisk in cûte mar Ew çi gulzara rezî ne, ew çi misk e, reş û tar Ew çi zozan e, çi şîn e, sêvesor in lê diyar Ew çi şorab in, çi tît in, ew çi bîstan e, bihar Ew çi remz û havrî ne, ew çi naz in çi delal Ew çi bax e, ew çi rax e, ew çi nifş e? Arî ye Aya ew xewn e dibînim yan dirist û rastî ye Ez dirist im neku mest im, bê guman hişyarî ye Ez kiçe Kurdek dibînim, pir çek û mirwarî ye Min gewah destûrê Kurd e, xwînşirîn e bê heval Kofî kêl e, bisk bi têl e, ew çi pêl e, Kurdî ye Xan û man e, nav ciwan e, Kurd nîşan e, cindî ye Bi genc û hat e, xoş wilat e, xoş nejad e, safî ye Kurdistana nav ciwan e, min xezel pê gotiye Aşiq im bo wê delalê ser vî emrê pîr û kal!
êdî rê tu, rû tu te kevir giş zelal kirine...
Ey dayika şirîn û rind û delal Te ez mezin kirim bi şîrê zelal Tu her roj min amade dikî li mal Ji bo pêşxistinė, bûyî pişt û pal Ey dayika xoştiviya dilovan Min dixemilînî bi cil û bergan Bi ramûsan min dişînî dibistan Da nebim paşketi, paşverů, nezan Da ez zana bibim xwidanë rûmet Ciwanek pêşketi bi hêz û serwext Wekî bab û kalan nemînim bindest Ez dixwazim bibim azad û serbest
502 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.