Xwendin rihê mirov pak nake, hişê mirov zelal dike. Helbet niha hemû desthilatdaran çêrok xwendîne, ji demên li xwe gerandinê bihûrîne û ji xwendinên wisa feyde girtîne ku pirsyarên wan bînin cih û xerabîya hişê wan zelaltir kiribe ji wan re. Ji ber wê beredayî tê ew gotina "yek xwenda be ne bi qirêj û xerab e rihê wê/wî". Ya girîng mirov xwe çawe dibîne, dema xwe dibîne bi şeklek çawe dibîne? Dibe ez hin xoy li xwe bibînim wekî xoyên cinewarekî bin. Li vir mirov hin tiştan hildibijêre, yan bi wê tiştê bi kêf dibe peytir xwe diditê yan jî dibêje "na, ez naxwazim bi vî şeklî kesayeta xwe dor û pêç bikim; bila jîyanê li xwe û li kesê nekim zuqim. Helbet rêyek heye vê tiştê biguherîne."
Gelik tişt tên hilbijartin, her tişt ne girêdayî çarenûsê ne, xapandina vê mijara çarenûsê belaya serê me ye di hêstan de jî di jîyana me ya civakî de jî :)