Qazî Mihemed di dîroka gelê Kurd de kesek pir girîng e. Ew; kesekî zana, Qazîyek(Kadi) dadmend, Bavekî baş, mêrekî merd û kurdekî welatparêz bû. Ji ber vê yekê min pirtûk bi coşî xwend.
Ev pirtûk ji 125 rûpelan pêk tê. Bi şêwazek hêsan hatiye nivîsandin û ez difikirim ku her kes dikare fehm bike.
Pirtûk bi wesiyetnameya Qazî Mihemed dest pê dike. Dû re di derheqê wî û malbata wî de agahiyek kurt dide û piştre qala damezrandina dewletê dike.
Di pirtûkê de behsa dewletê, sirûda neteweyî, sonda serokkomariyê ya Qazî Mihemed û pêkhateya siyasî û civakî ya dewletê tê kirin. Dema ku em nêzî dawiya pirtûkê dibin, behsa parêznameya Qazî Mihemed û hevalên wî, û diyalogên di pêvajoya darizandinê de tên kirin.
Di beşa dawîn de, hevpeyivînek bi kurê Qazî Mihemed, Qazî Elî re heye. Qazî Elî li vir qala malbat û xwişkên xwe dike. Ew qala şehîdkirina xwişkên xwe jî dike.
Ev Pirtûk ne biyografiya Qazî Mihemed e, li ser mijara Komara Mahabad û jiyana Qazî Mihemed bi hev re hatiye nivîsandin. Jixwe navê Pirtûkê Komara Mehabad Qazî Mihemed e.
Aliyên erênî yên pirtûkê:
•bi şêwazek zelal hatiye nivîsandin.
•Gotinên Qazî Mihemed bi xwe, pir in.
•Min bi rastî hevpeyivîna paşîn eciband.
Aliyên neyînî yên pirtûkê:
•Di pirtûkê de gelek çewtiyên rastnivîsê hene. •Pir caran tîp bêyî kumik hatine nivîsandin. Li hin deveran tîpa "ğ" heye, ku ew di alfabeya kurdî de tune.
•Jiyan û zaroktiya Qazî Mihemed hindik tê vegotin. zêdetir qala vê bikira dê çêtir bûya.
Ger xeletiyek min hebe, bibexşînin.
Bi tendurustî bimînin,
Bi Kurdî bimînin..