Piştî belavbûna bikaranîna torên civakî li Îranê di destpêkê de, bêtir whatsApp û telegram dihat bikaranîn. Wek mînak pêşî koma telegramê hebû, paşê kanal jî li wê zêde bû. Piştî demekê ku înstagram derket, piraniya bikarhêneran înstagramê bi kar anî. Piraniya bikarhênerên kom û kanalên telegramê jî derbasî întagramê bûn.
Bikaranîna van torên civakî di serî de facebooke, twitter, You Tube û piştra telegram di sala 2018an de, paşê jî torên din di sala 2023yan de, bi mebesta bikaranîna torên navxweyî ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatin asteng kirin. Bi tevî van hemû astengiyan dîsa jî bêkarhêner bi alîkariya VPNê wek adetekî rojane telegram, whatsApp û înstagramê heta niha bi kar tînin.
Ji aliyê dewleta Îranê ve qedexeyek li hember bikaranîna zimanê Kurdî li ser torên civakî nîne. Lê li rojhilatê Kurdistanê xwendin û perwerde her bi zimanê Farisî ye. Kesên ku bixwazin xwendin û nivîsîna Kurdî fêr bibin, xwe bi xwe fêr dibin, dewlet ji xeynê zimanê Farisî piştgiriya zimanên din ên li Îranê nake. Lê bi rêya medyaya civakî Kurd derfeta xwe bi xwe fêrbûna Kurdî bi dest dixin. Bi taybetî li ser înstagramê peywendiya du alî di navbera mamostayên Kurdî û xwendekaran de hêsantir e.
Kanalên telegramê û peycên înstagramê bo fêrkirina hemû diyalektên Kurdî wek Soranî, Kurmancî, Hewramî û kelhorî tên bikaranîn