Mirov jî, xemla wan ya bê wate û beredayî jî, hêstên li ser ziman; ne ji dil û qaligên dixwazin bidin ser rihê me û wekî xwelîyê diweşînin li ber bayê jî, tu ma'neyê nake ji hişê min re. Tiştên jê heznakim cihê wan nîne li tu deverên hûndirê min. Rêyên tijî stirî ji xwe gelik in, îja mirov û gêreya wan nayê kişandin. Û çiqas dûr ewqas xweş.
Keç û Lawên Kurd Tu dizanî ey weten, îro bo çi bêbeş î, Bo çi destî şev nîşanî te dida nema reşî, Bêjme te esbabê mezinî zillet û çarereşî, Ciwanê Kurdan her li wextê meyê dikin xîretkêşî, Wextê bade tê ser meclisê, navê Kurd tê ser ziman, ... Miletê ciwanê wî sist be, mirî ye, najî, Şadmanî textê jîn û tacê 'ezet nîne, Ciwanê Kurdan
Reklam
Pirsgirêka asîmilasyonê
Bi rastî ez hertim dibêjim: Pirsgirêk di dijmin anjî kolonyalîstan de nîne lewra, ew karê xwe û erka xwe bi cih tînin. Pirsgirêk di me Kurdan de ye, em di têgihiştina girîngiya ziman de nînin. Wekî ku hemû tiştên ku tevdigerin û ji bo tevgera wan çawa quwetek/ dehfandin pêwîst be , ji bo mijara zimanê kurdî jî heman tişt lazim û hewceye . Helbet ger ku em li zimanê xwe xwedî dernakevin,ew dê ji destên me biherike û qût bibe . Û belkî bala we jî kişandî be : Dema ku hûn bi kurdekî (Kurdiya wî çiqasî çewt be jî) re bi kurdî biaxivin, ew jî bi we re kurdî diaxive. Anjî em bibêjin ku kurdek , bi we re bi zimanê kolonyalîstan biaxive û hûn jî li şûna wan zimanan zimanê dayikê bikar bînin,ew dê ji wê tevgera we sûd wergire. Ez vê yekê wek : "bertek bandorê diafirîne" binav dikim.
Mirove qasê kêrê jîr nine hene
Mezinê me diben kî : Ker kere zivistanê rêya kû ketîye çamûre (ritam) havîne têda nare.
Zimanê me, nirxên me, hemû xweş in. Mirov ji xeynî axa xwe cihê jiyanê nîne. (girtebêje)
Mesnewî
... Herfê hikmet ser zimanê nahekîm 'Ebayê 'ariyet bizane ey selîm Ger çi dizek kurkekî werdigirê Dema destê te girt ewê destîbirê Gava bi şev ji devehê hate xwar
Reklam
13 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.