Wext, ne wextê gotinan e. Qîmeta gotinê li hember rastiya mirina sar çi ye? Wext, wexta hîs û pêjnan e -hîs û pêjnên nedi- yar, nexuyayî ku di dil û ruh de pêl didin, bi pêlan nefes li qur- banan diçikînin.
Derî hene, ku carekê têne girtin edî hew vedibin, derî hene hîç nayên girtin ji ber ku hîç venebûne... Axxx, ew deriyê ku bi salan e ez lê digerim, ax Bengiyê min, deriyê min, her tiştê min...