Îro 4ê Gulanê salvegera destpêka komkujiya Dêrsimê ye. Komkujiya Dêrsimê şermezar dikim. Bi deh hezaran kurdên elewî ku di vê komkujiyê de hatin kuştin bi rêzdarî bi bîr tînim.
youtu.be/RkA_ICh7VAg?fea...
Wekî wan salên berê bû
Rengê berfê reş û tarî
Ya ku li ser bajarên berxwedêr
Û nifşê şehîd
Bêrehm bêrehm dibarî
Xuyabû, tofan bû ya ku radibû
Lê sûretê azadiyê li ber çava
Hey neviyên
Seyid Riza û Şêx Seîdan
Ma hûn ê çûnê bûn
Hey delalên ber dilê dayik û bavan
Ma hûn ê mirnê bûn
Hey Egîdên xwefeda
Û zîlanên axa bêmiraz
Ma hûn ê vê derbê bûn!...
Termê min di xwînê de bangor:
ax sor ezman sor birîn sor
xeliya dilê Xwedayên li jor
û çiya kanî bi kanî verşiya:
diranên xwe sûtin bi goştê min
weslên min jê kirin weslên min:
pêşî guhê min
bi dû re sitr
û bi dû re...divn!
qesab in!
dest bi qezetore, keftar!
segên har in segên har!
hey hawar,
miriyan jî dikujin di vî şerî de
Şev tarî lê tu diçirusî
Wek heyva çarde şevî
Pir şînî pir zelalî
Hevalê meyî tu Avaşîn
Te kî dî kî nedî Avaşîn
Te pir merxas û Egît nasî
Ser singa Zagros diherikî
Wekî xwînî ji axamere
Rê bide Avaşîn rê bide
Ney xezebê li hember wan
Ew hevalin wekî te zelalin
Himbêzke wan bi pêlên xwe.
Rotînda