"Min dixwest deqekê zûtir bigihîştama mala xwe.
Êdî em nêzîkî malê dibûn, Ezîz ecêbmayî li min nihêrî: „Ev kêne, ev traktorên çi ne, daran dibirin, ew der dor gişk hilweşandine“.
Min jî bi çavên xwe bawer nekir, hinek zilam pê ketibûn, sûra me hilşandibûn, dar dibirîn, movê tirya rakiribûn.
Em li ber dêrî sekinîn, ketine hundir. Min xwe direjî xebatkaran kir, rahîşt yekê." Evîne Qedexe (Eskerê Boyîk)