Li me peyda bûye derdekî bêderman
Çiqasî dijwar e ev desthilatdarî
Bav û kur li hev nakin van wext û deman
Xwînê dirêjîne ev desthilatdarî,
Ev nexweşî ketîye dil, hiş û mejî
Lewma tama jiyanê çû tev ma rijî
Hişk kirin baxçeyên gulan gişt man bejî
Xwezayê pûç dike ev desthilatdarî,
Ketîye di nav her mal, gund û bajar
Ji ber wê ye gel maye feqîr û hêjar
Kuştina gelan ji xwe ra dike mijar
Jiyanê jehr dike ev desthilatdarî,
Dijminê tiştên birûmet û pîroz e
Xirab dike gund bajar tev dike toz e
Ji xwînê têr nabe ew wek Gurê Boz e
Bê sinc, bê exlaq e, ev desthilatdarî,
Xewn û xeyalên zarokan direvîne
Kenên ser rûyên kalan hildiweşîne
Hêsîran ji her du çavan dirêjîne
Bê soz û bêbext e, ev desthilatdarî
Şoreşê Ûzîmî