Heftê û du nefî...
em jî xwedî kitêb in
hêj beriya Benî Israîl
me Laleş hene, me Nebî
me merqed hene, me Hadî
ne em in, ne ji me ne
yê ku jêke genimê neseridî!
me Ezda neda tu kesî
ne ku yê me bû û tune bû;
ew bi xwe bû yê me û wan
û ew bûn ê lat û pûtan
û ew bûn hevalê Ehrîman!
Arjen Arî