Gönderi

Koçero • Jan Dost
Tê çi bikî gava ezmanê te dasbin û Temenê te zadekî bê xwedî be? Tê çi bibêjî Kêlîka riman Di gewrîya te de Zeng girtibin û Zimanê te mîxkirîbe? Koçero şev pêxwas hate ber derçika derîyê te û midasa te dizî! Tu hay nebûyî Berfa gellac Asoyên te talan kirin û Tu hay nebûyî Bayê tazî, mîna werîsekî Bayê koçer mîna giyanê te Berbangên te yên şîrmij xeniqandin û Tu hay ne bûyî. çemên ehmeq, razên te ji spîndaran re Mîna tejjik û berran, raxistin Tu hay ne bûyî Di şopa te ya li ser berfa pîr de Qijik çêrîyan û Tu hay nebûyî Erê Koçero Ma min ne gote te: Berxikan neşîne berîya bêbext Toz wê wan birevîne? Ma min negote te Pûngê li hawîr Zomeyê biçîne Da ku mar nedizin hêkên Kewan? Ma min negote te: Rêbirr tên Hay ji stûnên konê xwe hebe? Birînên xwe veşêre!! Tu diçûyî Bi herdu guhên mîna qamîşên cinnan şimakirî Dengê min jî mîna şûtikekî Li newqa çiyayên te yên paye Digerîya Aware diçûyî çolbirr diçûyî Di nav rewrewkê de, li şoxa xwe digerî Kê gotîye te Rewrewk bersiva pirsên koçerî ne? * * * erê koçero stêrikan(stêrikên bê nan û xwê) xewnên te ji Cinawiran re digotin ma te nedibihîst, tiqtiqa wan bû bi qelûna te ya bê tûtin, dikenîyan?! û min hey ban dikir Koçerooooo dûr neçe, wê kolosê te bidizin û kodika te ya tijî nabe, birevînin û hey tu diçûyî jivana şoxa xwe. Evîna wê ya xapînok, zixt li te didan Ji ber laçîna di lingên te de Refên kewan difirîyan Gur li pey te digerîyan Ma te nizanîbû Koçero Bîna te ji berfa qeşmer tê? çendî min gote te Ji Mazîçinan bawer neke Li berfê ewle nebe Te guh li min nedikir û diçûyî Dengê min di tirafa kerrbûna te de Mîna berrûyan teqîya Weke toza havîneke deştê li pey te kişîya û tu li min nezîvirî. * * * tê bîra te ma tê bîra te, me li ser agirê xezaman di payizan de qehwe çê dikir? Tê bîra te Me sê qutî tûtin li ber tavapeyvê şewitandin? Wê demê giyanê me jî dişewitî Lê kî hay ji giyanan heye? û kê ji min û te pêve, tîna şewatê naskirîye? Tê bîra te Me rûyê sibehan Bi hêsrê xwe dişuştin û ew di piyalên xwe yên vala de dilorandin Wê demê min gote te: Dûr neçe Koçer Wê şalik û şapa te Li bazaran bifiroşin û Te ji Koçerî bixin Lê tu çûyî Tenê çûyî Weke dareke Miradan û axîna dawî ji evîndarekî yargawir Tu diçûyî Bi gavin teles û Awirin şêt Mîna çemekî xilmaş diherikîn gavên te şopa te mirin ji mijê didot êdî gavên te mîna goşîyên rezekî berdayî hişk dibûn û dengê min -weke ku gewrîya min jî şimakirî be- nedihate te * * * erê koçero te zome li dû xwe hişt bi meşkên ku mîna dilê te dikirin xuşîn bi agirê ku li nava kuçikan bûye arî û bi konên bendewar zozan jî mîna berbejnan li milê çiyan dilerizîn kî diwêre vê şevê berbejna bixwîne?! Dengê min jî Weke gîsnekî di berfê de rizîya û tu nehatî rrê Koçero tu nehatî.
·
33 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.