Ev pirtûka a mamoste Rênas Jiyan î herî dawiyê derketiye. Mamoste hevpeyvînên xwe yên ku di kovar û rojnameyan de weşiyaye, di vê pirtûkê de berhev kiriye û pêşkêşî xwendekarên xwe dike.
Ev heypeyvînan bi piranî li ser pirtûkên mamoste ne. Gava min ev hevpeyvîn xwendin nêrîna min î li ser pirtûkên mamoste yî din berfirehtir bû. Xwendekar berî dest bi pirtûkên din bikin pêşî vê pirtûkê bixwîne, wê zêdetir xwe bera kûrahiya pirtûkên mamoste bide, ji xwe spoiler jî tê de tune ye. Hevpeyvînên din jî wek rexneyan e. Xwendekar îcar bi çavekî din li xwe û derdora xwe dinêre. Rexneyên mamoste giş ji xwe bi cî û rast in. Ev pirtûk jî wek pirtûkên mamoste yî din xwendekarên xwe ji astekê radike asteke din. Divê pirtûkeke bê xwendin.
Di pirtûkê de hevokekê pir bala min kişand "Ku we ji tiştekî hez kir xwe ji bo wî tiştî -biêşînin-". Ka em ji bo hezkiriyên xwe, xwe bi çiqasî diêşînin? Mixabin!..
Ez dizanim her çiqasî spasiya mamoste Rênas Jiyan bikim jî wê tim kêm bimîne. Mamoste kesayeteke pir mezin e. Ew pir ji gelê xwe û ji zimanê xwe hez dike, û xwe ji bo wan pir -diêşîne- jî. Tenê dikarim vê bibêjim, bi hebûna kurdekî mîna wî serbilind im...