awêneya peşîn e çav
-rasteqîna wên
awêneyê duyêmin e av.
awêneya sêyemîn e wêne,
-mayîna li dû mirinê
wên li awêne diderize
li awêne bar dibe wate
li xwe mikur tê derew
bîne edaya xwe li jîyanek jidayî
lê li nav çav dixin awêne
biryarên bihorbar û têkçûyî
awêne ne awêne çarçovê mirinê
bi nêrînek bengîn em tê de dixapin
Lo Xwedêwo!
bextê me çima no ye?
ev şûrê me çima ko ye
bûn çima zo ye?
bûn an jî nebûn qey hoy e?
Xwedê: -mirovno ho!
ez yek im her tişt do
min wext jî kirîye şev û ro
bextê we xwarine lo
dest pê bikin ji xwo ji xwo.
ji bo wê cara ‘ewil
sê pêtik çûrisîn di tarîtîyê de.
yek,
bo bêhiş
b
i
k
e
v
i
m
li hêlekana mîraca porê te
yek,
bo awirên xwe biferidînim şevçiraxa bîbikên te
yek jî,
bo kêlekên lêvên te.
û tarîtîyek bêdawî dara dilî
ji bo ku bizîvirim dîse li her tiştî
dema min her stêrk kir kulîlkek
û li ser porê te danî.
ji wir diherikim berîya rûyê te
ev der qet xerîb nîne ji min re
hawîrdor werz û rez, zevî û pez
erê ev der berîya Mêrdînê ye
berîya Mêrdînê berîyeke dûz e
keleha Mêrdînê, hê jî nobedar e
xas e axa wê, kevirê wê hiner e