Sayfa Sayısına Göre Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê Sözleri ve Alıntıları
Sayfa Sayısına Göre Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê sözleri ve alıntılarını, sayfa sayısına göre Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Lê hûn werin ji min rebenê Xwedê bipirsin ka çi bi serê qise û gotina şêrîn a kurdî hatiye. Ew îro bûne qedexe. Îro li Tirkiyê kesên ku bi kurdi dipeyivin, tên cezakirin. Ceza gotine kurdî qurişekê ye. Du gotin, du quriş, sê gotin sê quriş... Hey gidî dinya malkambax hey!..
Xwedayo... Niha ew çiya, zozan, deşt, şikeft, bajar û gundên welatê Kurdistanê bikaribûna bupeyivana û serpêhatiyên xwe bigotana! Hey lê gidî... Wan çi dîtin, çi nedîtin!...
Di vê jîna xwe ya dirêj de, min her celeb kirêtî û xirabî ditin. Her celeb tofan û nisûbetî ket pêsira me kurdan û bû siya me. Mirin, kuştin, şewat, nalîn, qîrîn û hawar bû nan û ava me. Welatê me bû xirbe û kavil. Xwedayo...