Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê Sözleri ve Alıntıları
Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê sözleri ve alıntılarını, Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê kitap alıntılarını, Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Berî niha bi du salan, wî dest bi weşandina kovarekê kir. Navê kovarê Hawar e û ew xwerû bi zimanê kurdî ye. Bi xêra wi, zimanê me yê şêrîn dikeve defter û kitêban. Ew dibêje, "Hawar kursiya milet e, herkes dikare hilkişe ser û gotina xwe bêje."
Em Kurd jihevketî, bêser û bêber in. Nezanî û cahîliyê em dîl girtine, şerê birakujî û ezbenîtiyê em kirine xezan û belengazên pêncperan. Em Kurd li hev hatine xezebê; birazî li apan, xarzî li xalan, bira li biran, cîran li cîran...
--Gelî guhdaran... bila tava royê û germiya tîrêjên wê ji ser serê we kêm nebe... Gelî guhdaran, dinya ji evîndar û dilketiyan hez nake. Dinya jî mîna min kor e. Ava reş çavên min, kîn, rik û nefretê jî çavên dinê kor kirine. Felek çerxa xwe ya xwar li ser serê dildaran dizivirîne û govenda xwe li dora wan digerîne...