Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
0/10
0 Kişi
4
Okunma
1
Beğeni
346
Görüntülenme
TEBATÎ: Pirtûka M.Çiya Mazî a çîrokan a 5emîn e. Çîrokên vê pirtûkê ji bûyerên rastiya jiyanê sûdeyê werdigrin û wek rêzeçîrokan di pirtûkê de hatine bicîhkirin. Ji zaroktiya mirovekî heta mezinbûna wî, ji salên 70yî heta salên piştî 2000î, ji gund heta bi bajarê navîn û metrepolên mezin; bûyerên bi tabat û peroşiya jiyanî û bandora wan a li ser mirovan çêdikin, bi awayê rêz, bûne çîrok û derdikevin pêşberî mirov. BERBANG (..) Nîzanim ez çawa razabûm wê şevê. Di xew de min dît ku ez di nava Gola Cimha de dikim bifetisim. Goleke ji gewma ava çem bû ku di navbera gundê şerqiyan Xirbê Mîrsimo û gundê me Qerpalhênikê de bû. Ava biharî tê de digewimî û dema ku çem nediherikî jî ew dima heta havînî jî. Ew çemê ku kendalên qiraxên wî bi qasî sîh gavî kûr û belkî ji hezar salan vir ve wisa bûye. Di xewna xwe de min didît ku ser gola wî çemî, ser gola Cimha cemed girtibû û ez jî ji bo avjeniyê ketibûmê û di bin tebeqeya cemedê de mabûm û dikirama bifetisiyama. Vir de wê de diperpitîm. Serê min li cemedê diket û av diçû qirika min. Di bin cemedê re xuya bû ku çend heb mirov ji alî gundê şerqiyan ber bi min ve dihatin û dema ku nêzîkî min dibûn, min lê dinêrî birakê min ê şerqî Eyup di nava wan de bû. Ji xwe me her yekê ji xwe re birakek ango hevalek hilbijartibû ji gundê wan, ji dibistanê. Bi henekan me ji Eyub re digot Eyubê Kurmaxwarî. Îjar, wî hat cemed bi kulmikan şikand û bi destê min girt û ez ji nava avê derxistim. Ez diricifîm û wî jî paltoyê xwe ji xwe kir û avêt ser milên min. Ji alîkî jî bangî bavê xwe Seydo dikir. Yabo Seydooo!! Aha bi wî dengî ez çeng bûm û li ser nivînê xwe rûniştim. (…)
Yazar:
Çiya Mazî
Çiya Mazî
Tahmini Okuma Süresi: 4 sa. 17 dk.Sayfa Sayısı: 151Basım Tarihi: 2019Yayınevi: Berbang Yayınları
ISBN: 9786056697128Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
151 syf.
·
Puan vermedi
Tebatî
Bi vê pirtûkê; kêliyên zarokekî, tirs û xofa biyaniyan li pişt derî, biraziyekî tolhildêr, kalemêrekî ku trajediya xwe bi Radyoya Êrîvanê ji bîr dike, tenhatiya bajarê mezin û leza wê ya her kêlî dibe ku peroşiyeke sûrprîz çêbike... Çîrokên Mazî, meriv dikare bibêje ji jiyaneke çavkanî welat lê giyaneke koçber, derûniyeke lêgerînê dibuhire. Li Şemrex, bi awayekî aramî dest pê dike lê her ku diçe bi mezinbûyîn, lezî û bûyînê dihese. Çîrokên di vê pirtûkê de hatine ba hev, duwazdederp in û li hest û derûniya mirovî dixin.
Tebatî
TebatîÇiya Mazî · Berbang Yayınları · 20194 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.