Derî vekirî bihêl kurê min wê hechecik vegerin".(150) Piştî vê hevokê bawerim hemû xwêner wê derî vekirî bihêlin bo vegera hechecikan.
Helbestvan Îrfan Amîda di berhema xwe a bi navê Derî Vekirî Behelin Wê Hechecik Vegerin de buye bersiva; helbestvanek çawa bibe romannûs?: Têgeha bigire heya şayesandin û heya ravekirina hêmanan zimanekî dewlemend(bi beje û gotinên mezinan, bi devokek nazenîn ) û helbestî kar aniye. Vegotin mina sehnê filman dîmen bi dîmen diherike. Wextekî xwêner dîna xwe didê. Kesek tevlî çîrokê bu. Xwîner pirî caran wê/î kesî qet nasnake. Çîrok her diherike paşê bere bere nasdike. Kesayet gelek hestiyarin û tenêne lê ev tenêbun û hestiyarîbun nayê wê wateyê ku bê hêzin. Kesayet hemû jî têra xwe bi hêz in û heta dikarî bejî xweserin jî . Kesayet zedetir jinin. Dayik, zarok û şervan hemû jî jinin . Jinê tena serê xwe. Jinê hember dagirker û feodala tena serê xwe. Xur jî ketibe çavê wan. Ew disa derî vekirî dihêlin bo veregera Hechecik an. Hechecik azadiya u rizgariyê sembolîze dike. U hechecik disa jina xweser û a azad. Nivîskar bi gotina Sozdarê " Em ne Smaîl in li ber kêra tu kesî xalê Osman."(211)xwêner didezaîzanîn ku em qurbanîne û xeynî hechecikên me kesî me tuneye, me devê vê kêra xwîmir xilas bike.
Nivîskar mina berhemên xwe ên berê, vê çîroka xwe li ser hêmanê jin, gel,mêrê feodal û şervana:şervanên azadîxwaz sazkiriye. Bi vê yekê netewheziya xwe dubare eşkere kiriye. Netewheziyek dijî metinger û dijî feodaliyê. Zimanê vegotinê jî di navbera zimanê helbestkî û a devokî de diherike.