25 wêne û bist û pênç çîrok. Niviskarê rojnameger Murad Bayram di dema rakirina qexeyên heremê ên salê 2015 û 2016 de . Li heremê rojnamevanî kiriye. Tax bi tax ketiye nav kuçe û kolanan bi makîneya xwe wêne girtiye û bi çîrokên xwe jî rih û can daye wêneyan. Dema di nava ew bajarên wêran de dimeşe. Bi çavê rojnameger dinêre lê bi a wêjevana vedibêje. Erê agahî hebûn bîra xwêner tevradike. Lê beyî ajîtasyon, beyî ku gunehê tuxwe bîne. Lîlav bi lîlav diherike.
Ew devoka kar aniye xwêner yeqîn dike kû ew der Şirnex ê , Cizîre. Bi çîrokên xwe bi buyerên û bi zimanê xwe. Te digo qey ez jî heman bajarî û heman rewşê de me.
Di çîrokan de karakterê sekete zlm , mirin û her mirine. Ew dêyên ku tev laşî zarokên xwe dijiyan. Û ew bavên pirteqal ji nevîyên xwe re dibirin. Ew bavê bi req û reqa dikir ku mala xwe bine serhev û malbata xwe bine. Û helbet zarokên xwediyê wî bajarî. Hemû kes bi keseyeta xwe . Bi hebuna xwe li wir, di çîrokan de bû. Ew êşa wê zilmê ku nedihişt kecika piçuk binive. Rojnamegerî xwe jî dikeve wê gerinekê û edî ew jî nikare binive. Ew ew xesasiyeta rojnamevanî û a edebî. Berhemeke serketî û bi nirx daye ber destê xwêneran.