Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Profil
25. ŞÊWRA ME
Batman bi Kurdî dijî. Dê her bi Kurdî bijî. Em ji 25. şêwra xwe re amade ne. Her kurdîheza/ê Batmanê vexwendiye. Werin em bi hev re bixwînin û bidin xwendin. #Batman #KomeleyaArî #Kurd #Kurdî #KomaXwendinêYaBatmanê
Reklam
KOMA XWENDINÊ YA BATMANÊ
Me wek koma xwendinê ya Batmanê bernameya xwe ya nû derxist. Bi şêweyên nû û bi çend guharînan ev bername hêviyek dide me. Hin plansaziyên me yên nû hane û armanca me di vê bernameyê de pratîzekirina plansazî û guherînên nû ne. Em ê vê carê profesyoneltir werin qada wêjeya Kurdî. #Batman #Kurd #Kurdî
Şerma mezin ew e ku mirov bi zimanê xwe nexwîne û xwe li zimanê mêtîngeran bigire.
Malnamîranto! Malavano! We xwe xesirand di nav berhemên bi tirkî de. Ka hinekî bala xwe bidin vî zimanê genî û xesirî jî. Ka binêrin ev ziman û wêjeya xwe ya genî di çi rewşê de ye.
Ji ber ku kêm tên xwendin û em Kurd jî êdî ne ji pêwîstiyan lê ji ber kêfa xwe, xwe li berhemên tirkî digirin, berhemên Kurdî çap nabin, çap diqede weşanxane xwe li çapa duyam nagire. Ez pir diêşim dema pirtûkek dixwazim û weşanxane an jî pirtûkfiroş dibêjin di stokan de tuneye.
Reklam
Heke em wek hemû neteweyên cîhanê her tim xwedî otorîteyan bûna û di serdema ku wêjeya me ya devkî xurt bû de di hêla nivîsê de jî em xurt bûna îro dê wêjeyeka me ya wisa xurt hebûya ku di xeyalan de jî win nikarin bibînin. Li gel hewqas paşwendiyan(dezavantajan) jî îro em xwedî wêjeyeka mezin û xurt in. Lê mixabin xwînerên vê wêjeyê kêm in. Em bêhtir berê xwe didin xwendina berhemên bi zimanê mêtîngeran. Bi zimanê xwe bixwînin. Ji bilî wêjeya me her tiştên me di destê mêtîngeran de ne. Qet nebe em wêjeya xwe ku bi destê me ava bûye û mala me ye xurt bikin û nexin destê mêtîngeran.
18 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.