ÇILÇIRA Û MÛM
Carna berî nivîsînê pêdivî bi çilçirayeke* şaheser heye daku rêya dilê siltaneyê bibîne. Carna ji binikê mûmekê bes e bo ronkirin û şewitandina dilê xwe.
Loma, berî dest biavêjim pênûsê, lê dinerim ka kijan dê dilê min bişewitine: çilçira yan jî mum.
êvar e
baran hûr hûr dibare
tenê me
na ne tenê me
hemû bajar li gel min gav diavêje
tenêtî karxezalek bû
nêçirvanekî hat
nîşan lê girt
gavên min nagihêjinê
êvar e
baran hûr hûr dibare
tenê me
na ne tenê me
diçim
cada tije xwe bi piye min girê dide
di berîkê min de nameyek
li zerfekî sor de
dile minê duwemîn e
lê dide...
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Ger em bimirin jî,
Em ê tenê dîlîtiya xwe
Ji dest bidin,wenda bikin.
Ma çi ji dîlîtiyê taltir ê?
Ger em bên kuştin jî,
Ma kî ji koleyê şehîd Zaltir e?
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Piştî mirinê jî em nahêlin
Hûn welatê me ji xwe re bikin mal,
Em rê nadin hûn goştê me bixwin
Weke qirereşk û qertal!
”Xewa min nayê,
ditirsim, dema ji bal te biçim,
te winda bikim.
Xewa min nayê
Rojên me, mîna dilopên avê
li ber tavê
dikarin bi tiliyên destekî bên hejmartin.
Ditirsim, dema ji bal te biçim,