Dilovan

Dilovan
@1_Dilovan
mîrekê demê çile ye niha. tu rê naçe ser riya hêviyê.
"Ne qanûn, ne dîn, ne siyaset, têkeliya wan bi dadperweriyê re nîne, ciwanî take tiştek e ku dikare hevsengiyê bo dinyayê bîne."
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
"Dibêjime te, ehmeq ew kes in ku çavnihêr in kesên siyasî bên û dadperweriyê ji wan re bînin..."
"Tola herî mezin ji neheqiyên dinyayê ew e ku mirov helbestvan be, mosîqayeke bedew bijene, tabloyekê çêke ku li hember sersam bimînin, ji wê zêdetir ti dadperweriyek tune ye."
"Dibêjime te, ehmeq ew kes in ku çavnihêr in kesên siyasî bên û dadperweriyê ji wan re bînin, ew ehmeq ne ku dinya kavil kirin. Eh, divê ew çiqas bêmêjî bin jî, ew mirovên çavnihêr in ku kesên siyasî ji wan re dadperweriyê bînin, ew in ku dinya bi vereşîna xwe ya bêhngenî pîs kirine, ew ehmeqên çavnihêr in dîn ji bo wan dinyayê ji şeytan pak dike, ew tê nagihîjin şeytan dikare milyon carî di kincê Xwedê de derkeve, milyon carî û em jî her nezanin, hemû dîroka mirovayetiyê hikayeta wan derbaskirinên mezin e ku şeytan digel mirov dike. Hertim mirov bi navê Xwedê şer dike, xwînê dirijîne, piştre ku hemû tiştek bi dawî tê û xwîn heta gewriya mirov tê, li aliyê din şeytan maskeya xwe bi wê de dibe û dibêje: 'Silav kurikno! Ez şeytan bûm û Xweda nebûm."
"Min bawerî bi bedewiyê heye. Mirov nikare dadperwer be lê dikare di bedêla êş û azarê de bedewiyê dirust bike..."