Ji xwe hewce nake ez qala şêwe û şayesandina romanê, lehengan û rêkûpêkiya rêsîna bûyeran bikim. Çewtê lehengê me, Biroyê Dengbêj, her çi qas dixwest bibe hosteyê deng û gotinan lê jiyan rê neda vê daxwaz û xewnê, nivîskarê me yê gewre Dirêj ku bûye hosteyê nivîs û vegotinê di romanê de vê hostetiya xwe çi di hevokên xwe yên xurt lê sivik, bi zimanê xwe yê ku zimanê malê ye, baş dide der.
Mesele ne ev e ji xwe ev roman heke bi vê awayê hêsan were nirxandin, ev ê bibe heqeret bo keda wî. Ji xwe, çi di navê pirtûkê çi jî bi bûyera ku hibijartiye û çi jî bi zimanê ku nivîsandiye de jî diyar dibe ku mabesta pirtûkê ew e ku em bidin pey rastî û şaşiyên xwe û wan ji hev baş veqetînin û li ser wan bifikirin. Wek tecrûbeyên neteweyî werine nirxandin û ders ji wan werin wergirtin. Şerê mîr li gel Osmaniyan(Tirkan) û paşî şerê wî yê li dijî wan û şerên Yêzdînşêr li gel Osmaniyan û paşî li dijî wan. Dîroka ku di dawiya romanê de wek dîroka ku tim dubare dibe tê nirxandin, divê bibin aqil û ders, hiş û bîr ji bo me. Wek di romanê de jî Dirêj gelek caran bi dubareyan û bi israr dibêje û gazin jê dike ku em tu carî nafikirin û aqil nagirin ji vê dîroka ku dubare dibe, di dawiyê de Dirêj bêyî ku fikirandin û tecrûbe kirina bûyerê û ders wergirtina ji romanê ji me re bihêle (ez bawer im hingê Dirêj dizane ku em ê rast nenirxînin û keda wî dê berhewa biçe) ew bi xwe ders û aqilê ku divê em ji berhemê bigirin, kite bi kite ji me re vedibêje û tim dubare dike.
Niha yanî sal 2025 e. Kes û kesayetên ku em wan nas dikin wek pêşeng jî di nav de em wek civak jî heman in. Dirêj ku di dawiya romanê de me hildida li erdê dixe heke îro binivîsanda dê dîsa ve sosretiya me ya îro ku ne me dîroka xwe nas kiriye ne me dijminên xwe nas kiriye û ne jî di asta ku em bikaribin bibêji erê baş e, xwedî li