Sedê bîsta ye guh bidêr
Bayê şiyarî guj guj e
Dinya siyaset ronî ye
Tenha li Kurdistan mij e
Millet hemî rabûn ji xew
Lê milletê kurd ta niha
Kevneperest e, pir nezan
Bi paş de maye mêrkuj e
Ji hev re xwînxwar û neyar
Carek ji xew nabin şiyar
Ji dijminan re dost e ew
Dilsade û dilpaj e
Li her cihî bûne dubend
Dijmin bi wan bûn dewlemend
Karê neyaran tim tewaş
Karê me kurdan tim rij e
Nexwendî mane, har û dîn
Ma guh didin wijdan û dîn?
Çûne stêran rast û çepê
Kurd ta niha jî xwînmij e
...