Wan bi vî zimanê ku zimanê wan ê rojên bê, hêviyên wan bû, nizanibûn. Lê daxwaza wan a hînbûnê bêsînor bû. Heta em gihîştin Misirê, wan her, bi deng, mamosteyekî li ser wan, xwendin. Wan digot, "Ziman ruhê me cihûyan e."
Em rêwiyên bêwar û welat, ketî û derketiyên cîhanê, kurd û cihû, di keştiyekê de gihîştibûn hev. Ez ji welatê xwe yê xewnan hinekî din bi dûr diketim, ew ber bi welatê xwe yê xewnan diçûn.
"Sefdo, lawecan! Di sala hezar û nehsed û bist û didowan de em hatibûn Mûnîxé. Ez û kekê te Kamiran. Em şikiyabûn. Zora me çûbû. Felekê poşikê reş kêşabû ser qedera Kurdistanê. Êdî di warê siyasetê de tu hêvî nemabû.
Me tev de digot: Ziman, xwendin û nivîsandina zimanê me; bi tîpên xweser, bi tîpên Kurdî. Belav kirina kitêb, kovar û rojnaman..."