"Kurd dev ji ziman, cih û welatê xwe berdidin, paşê li vir li Enqere yan Stenbolê dibin kole. Me wiha kir ku kurd li koletîyê bigerin, lê bi dest wan nekeve. Divê pir bigerin heta bikarin bibin zibilkêş, karker û berdestk. Gelek ji wan wê koletîyê wek padişahîyê dibînin."
- gelo tu dizanî em li rojhilatê Anatolyayê çi dikin? Tu dizanî?
- çi?
- Em wisa li Kurdan dikin ku xwe bikujin. Gava tên ku em wan diavêjin pîstirîn û nexweştirîn zindanên ser rûyê erdê, em her tiştî dikin ji bo ku xwe bi xwe hev bikujin.