Dilovan

Dilovan
@1_Dilovan
mîrekê demê çile ye niha. tu rê naçe ser riya hêviyê.
çawa dar û heyv û hewa mosîqaya xwe hene, mosîqayê jî heyv û dar û hewaya xwe heye, wek çawa golên avê mosîqaya xwe hene, mosîqayê jî deryaya xwe heye.
Reklam
Ew dinyaya ku mosiqa mosîqa tê de desthilatdar e, tê de xerîteyeke din heye cuda ji dinyayên din... erd û giya û şevên wê tiştekî din in û mosîqarên wê hêzeke xwe ya din heye cuda ji hêza mirovên din.
Şevekê mosîqa ji jinekê re jenîn ku wê janeser hebû, wê mosîqaya wan bandoreke sêhrawî li ser janan hebû. Şevekê mosîqa bo birîndarekî jenîn ku berdewam xwînrêjî dikir, lê piştî mosîqajenînê, xwînrêjiya wî sekinî û rabû ser pêyan. Şe-veke din mosîqa ji bo mêrikekî qop jenîn ku bi salan bû nedikarî bi rê here, lê di dema parçe-awazeke mest de, ew kes rabû ser pêyan û sema kir.
Min mamosteyek hebû ku li ser vê baweriyê bû mosîqa dikare miriyan zindî bike û li ser vê baweriyê bû dengê mosîqayê tenê dengek e ji aliyê din ê jiyanê digihîje vî aliyê jiyanê û digot tenê mosîqa ye dengê ku mirî dikarin bibihîzin.
"Gerdûn ti tiştek nîne ji xeynî mosîqayeke bêdeng. Hemû tiştekî digel jidayîkbûna xwe awaza xwe hilgirtiye, hemû zindiyek parçeyê mosîqayeke taybet e, hemû miriyek awazek e ji xwe re. Ti pelgek nîne ku mosîqaya xwe digel xwe neyîne, firîna ti teyrekê nîne ku awazekê li asîman çêneke. Dinya bi tevahî mosîqa ye... şev bi tevahî mosîqa ye, baran bi tevahî mosîqa ye..."
Reklam