Kulîlkên buharî yên nû-gihayî
Bi hilm û bi bîhn yên reng-Xwedayî
Ewên kesk û sor, pel pel gewherî
Kêzik û kurmik teyrên pirrperî
Guh dane çiyan, wek mêrê berê
Tev bûne şahid li vê tevgerê:
Bihara rengîn, bihuşta dinê
Serhildana kurd, dema kirinê !
Tu çaxê me yî ji hezar salan
Rûmeta me yî, ji bav û kalan
Cejn û îd î tu; sersala qewî
Pîroziya gel, paya netewî..!