Piştî ku şerrê Kolanis bi qirrbûna leşkerê Turk û serdestîya Kurdan rawestî, sultan Hemîd leşkerekî mezin hinarte Bidlîsê ji bo bindestkirina eşîrên Sasûn û Motikan. Ji milê din hemî axayên Sasûn û Motikan, ji hev ra sond xwarin ku, heya yek ji wan hebe dê bindestiya Turkan nekin.
Eger di şerrên van herdu salên berê da her Kurdekî bi deh heb serberzên Turkan ra şerr dikir, vê dawîyê teqez, her yekî bi seda û hezaran ra şerr dikir. Çawa ku tucaran hesabê mirinê ne dikirin, wê carê Kurdan hesabê west û birçîbûnê jî ne kiribûn.
Ew e têkoşîn, ew: hesinkerek
l' ser vê riyê leheng û rêberek
Bû armanc û doz, û ket jiya me
Nemir in b' me re pirr Kawayê me:
Bi navê Seîd, Rizo w Bedir-Xan
Bi namê Qadî, Mahmûd û Barzan...
Û
Jiyan bi me re...
Kardox û Kûdî; gelên Aryanî
Ne bêxweda man û ne bêxanî
Dîcle û Ferat e şên û şînahî
Mezra Bota ye warê b'ronahî;
Bi dêr û camî ev xaka ciwan
Destên biyan de îro Kurdistan!
Bang kir aldar, got "hilde jorê
Hevalno werin, bicivin l' dorê!
Xweş bihejîne li ser serê me
Kesk û sor û zer ala dema me!
Alê tu hebî, tu bi senem bî
Li ser vê xakê ahd û qesem bî!