Li wextekê ez Bextiyar bûm, rast e... min jî rengên jiyanê dît û didît, Jiyanê gelek rengên xwe hebûn, lê anuha ti rengan di jiyanê de nabînim, ji bilî yekî. Û ew jî tenê reş e.
Ji jin û mêrekî koçer yek ji yekî ne mêrtir û yek ji yekî ne kêmtir e. Li ba koçeran jin jî û mêr jî... herdu jî weke du sitûnên li perestgehên Xwedê rast û bêqusûr li kêleka hev in.