"– Dibêjin li vê dunyayê rûdana her tiştî, hebûna her tiştî maneyeke xwe heye. Lê anuha maneya tiştekî nemaye, her tişt pûç û her tişt vala... û reş e: carina çavên min di reş ve diçin û her tişt tarî dibe. Êdî nizanim ka bi rastî jî şev e, an tenê li min tarî dibe. Û sibehan jî dema ez çavên xwe vedikim, tenê qederekê, tenê rêyekê li pêş xwe dibînim... rêya mirinê. Lewra ez bi xwe dizanim ku ji vir û pê ve, hêviya min ê ti carî ji êş û xema min mezintir nebe."