Tiştekî kûr bi dilê min ve hatiye girêdan, min nêzî sînorekî dike ku ez ne naskirî me û ne jî digel de biyanî me, ez ne tê de nasyar im û ne jî nenasyar im, ne li wir dost im û ne jî neyar.
Min dizanî ku tiştek di hundirê min de miriye, tişteke ku hêşta temam ez bi cih nehêlame, lê ew qas min dûr ketiye ku vegeriyana wê jî bo nav hundirê min zehmet e, lê ew tişt çi ye, min nedizanî.