xeynetî bi me nakevê;
hê ku navê me nebûye xayîn
ka, Mishefa Reş bîn
deyne ser çonga axê;
wê pê sond bixwê Qabîl
şahid be Babîl!
Neynowq şahid be!.
rabe Seyîd Riza!
Şêxê Kal rabel..
bi agir destmêj girtiye:
rûniştiye li ber Mishefê;
hema ku roj hilê
sondekê dixwe:
li ser wê axê Qabîl
êdî narijînê xwîna bira…
xiyanetî bi me nakevê
kengî bi bejna me ket?.
ev welata merqed
sonda me bi serê bira…