Tülay Demir

Tülay Demir
@Demirtulay
Rûpelên pirtûkan, rêyên xeyalan in.
Payiza Bi Te Kî bibêje payiz nakene Ez ê bibêjim Nexwe Ew pelên zer ên ji şiliyê mayî çi ne? Kî bibêje Mirov di payizê de nakene Ez ê bibêjim Nexwe Ew çavên zeytûnî ên li binê dara mazî Li benda min in çi ne? Û Ez ê Di ber çîke çîka çûkan re bibêjim Hebûna te Mîna roja Piştî baranê ye Yanî Qet li min tune nebe Da ku Bi bîra min nekeve Ew çend kêliyên Berî baranê
Şiir