Gelo şermîkar in?
ez xwînî me, kuliyek doh min kuştiye. min şenq heq kiriye.
we bivê min bikujin nanê destê zarokekê jî min revand. tisî tisî dipûrisand guh nedam hêsrên wê li pêş wê nanê wê min qedand.
berberekî li me meyze dikir. dûra li xwe meyze kir, simbêlên xwe ediland. mêraniyê nan vegeranda min simbêlên xwe diqusand!...
ez xwînî me û dizim jî. kulî li alîkî, ew zarok li alîkî... ez çima şerm dikim? li Helepçe şerm kirin, gelo şermîkar in xwîniyên Nagazakî?...
Sayfa 27 - Evrensel Basım Yayın