Bibim gorî cihê ew lê
Ne carek lê hezar carî
Tilsima ser devê min e
Ronah’ya jîna tarî
Rêl û kaş e evîna wê
Bi neynûka’ ez dikêlim
Ji mêj ve min vekolaye
Heta dimrim wê nahêlim
Jana evîna te gulê
çenda bêjim nayê gotin
Dinalînim şev û rojê
Dil û hinav li min sotin
şîn û şadî dikin cengê
Perîşan im di beynê da
Dilo, jaro, evîndaro
Gul mêvan e di xewnê da
Ken û girî nehêlane
şev û roj û dem û sal e
Di gel me ye salê carek
Tu Xudê dilo ev hal e
Sebrî Botanî
Hüzünlüsün, evet yıkık ve döküktür duyguların. Yorgunsun sessizdir çığlıkların harfleri konuşturuyorsun çığlıkları uzaklardan duyuluyor. Dest xweş mamoste 🧡
Dilgeş
@hevi__jiyan
·
Dilgeş
Ez nikarim serê xwe rakim
Ezê ji xwedê bipirsim
Ev çi êş û eleme
Ezê ji Reb bipirsim
Çima ev jîyan a bihuşt
Limin xistîye dojeh
Ezê ji Yezdan bipirsim
Çima ez hiştim bê kes
"Ezê sitariyê lê bikim
Ta ku mirin têkeve
Himbêza min û
Min ramûse"
Ezê bibim lûleper dibin axa gora xwe de
youtu.be/YYDDsF9q6h0
Îro xeberek hat, di laşê te de birînin vebûne. weke axa bê av. heylo rebeno dilo, weylo bêkeso dilo, ax xwedîyê helbestê qedexe bejin ziravo dilo, birîndaro dilo.