Elf

Elf
@Eliffel
Berî her tiştê ez Kurdim. . 2×2=1
11 okur puanı
Mart 2020 tarihinde katıldı
Cîh cuda ye lê jiyîn heman in!
Puan vermedi·733 syf.·
2019 1. kitabı
Çend pêşniyarên min beriya xwendinê. Çaya xwe deynin ber xwe, pişta xwe bidin balgîfê û kêfê jê nirxandinê bistînin. "Mirov fêm nakin ku pirtûkek tenê dikare jiyana mirovekî biguherîne." - Malcolm X Nizanim ev gotin ji bo we tê çi wateyê lê ji bo min wateya vê gotinê gelek kûr û hestwar e. Ez bixwe dizanim ku pirtûkek tenê dikare jiyana mirovekî biguherîne. Ji bo min jî ev pirtûk yek ji wan pirtûkan e. Pirtûk bi kurtasî qala jiyan û têkoşîna Malcolm X dike. Di pirtûkê de Malcolm X, bi navê wî yê din Malik Al-Şahbaz, carna dibe hevalê me, carna dibe rêberê me, carna jî dibe mamosteyekî me yê hêja. Pirtûk car caran qala Malcolm x dike, car caran jî qala rewşa Kurdan. Ji ber ku di pirtûkê de cihê reşik û kurdan bi hev biguherînî ti ferqek diyar nabe. Nivîskarê me Alex Haley bi destûra Malcolm Xî, bi jê guhdarîkirina jiyana wî, dest nivîsîna pirtûkê dike. Lê Belê Haley ji bo Malcolm Xê baştir nas bike rêbazên cuda bi kar tîne. Yek ji wan jî, rojeke alex haley dibîne ku malcolm X tiştên di serê xwe de derbas dike li ser peçeteyekê dinivîse. Piştî vê kifşê Haley li cem çay û qehweya Malcolm X peçeteyek pêçayî deytîne û dema Malcolm X radibe berî ku bibîne van peçeteyan radihije. Û di pirtûkê de cih dide van nivîsan. Pirtûk di serî de bi pêşgotina nivîskar dest pê dike. Di vê pêşgotinê de ji navê Malcolm ji kû rahiştiye bigrin vegotinên di navbera alex haley û Malcolm X jî tê de gelek mijar tên qal kirin. Pêşgotin tam 124 rûpel e û ev pêşgotin jî wekî kurteçîroka pirtûkê ye. Pirtûk ji 19 beşa pêk tê. Û her beş jî tesîrên cidî li ser jiyana Malcolm kirine. Pirtûk nêzîkî 730 rûpel e lê dema mirov pirtûkê xilas dike dibêje xwezî pirtûk ne ewqas kin bûya. Ji ber ku pirtûk, pirtûkekî otobiyografîk e wê di nav nirxandina min de gelek spoiler hebin lê hûn ê jê aciz nebin
Kurdî
Malcolm XAlex Haley · İnsan yayınları · 20233,247 okunma
Elf
Şev baş, te gelêk xweş nivîsandiye. Spas ji bo ev nivîsê.