Eylem Nazenîn Elegez

Eylem Nazenîn Elegez
@Eylem_Elegez
2000
279 okur puanı
Mayıs 2021 tarihinde katıldı
Ne Kadar Kitap Kurdusun?
0-30p: Kontrollü okuyucu 📖 40-70p: Hafif bağımlı 👀 80p+: Geçmiş olsun, kitaplar seni ele geçirmiş 😅
Romaneke Berbad, Evîneke Vasat
Puan vermedi·136 syf.··
2025 171. kitabı
·
4 günde okudu
·
Okunma: 04 Aralık 2025 20:36
Min li cihekî xwendibû digot jiyan ne ewqas dirêj e ku meriv tê da pirtûkên ne xweş jî bixwîne. Ev gotin hewqas rast e ku ez her carê tînim bîra xwe. Min îro ev gotin dubare kir piştî xwendina berhema Firat Cewerî. Derza dilê min. Dema cara ewil ez çav bi navê pirtûkê û wêneyê bergê ketim meraq û kelecaneke xurt li min hasil bû, min got pirtûkeke mûazzam li benda min e. Piştê ku min dest bi xwendinê kir, du sê rûpelên ewil ew meraqa min hîn jî berdewam bû, pirtûk xweş dixuya. Cureya pirtûkê roman e û di navbera du lehengên sereke da derbas dibe: Alan û Malîn. Roman ji nameyan pêk tê, nameyên ku Malîn ji Alan ra dinivîse. Herçî min nas dikin baş dizanin ku ez çiqas ji nameyan hez dikim. Nivîsandin û xwendina nameyan zewqeke mezin dide min, herwiha di edebiyatê da jî. Dema min dît ev pirtûk ji nameyan pêk tê gelekî kêfxweş bûm. Lê mixabin di nameya ewil da ez hêvîşkestî bûm... Heta min pirtûk qedand êş kete serê min, dilê min xeliya.. Ew çi rêzikên bêteşe bûn. Çi rêzikên bê wate û bê hest, mîna gûzeke pûç. Rast e, zimanê Cewerî heta tu bêjî sade û herikbar e lê ev têra çi dike? Ziman bi tena serê xwe dikare berhemekî serkeftî bike an jî bide hezkirin? Naxêr... Nizam nivîskar xwest bi wê lehenga jin çi bike, ew gotinên erzan û dubarekirî, ew evîna dûrê aqilan.. evîna ku ez dizanim ne welê ye.. Ew nameyên dirêj û bê ruh.. Heta ji destê min bê ez zû bi zû derheqê pirtûkeke kurdî da tiştên neyênî nanivîsim ji bo xwînerên kurdî ji xwendina kurdî sar nebin lê ev jî rastiyek e, bi kurdî be jî her pirtûk nayê xwendin, divê mirov bikaribe pirtûkên baş û ne baş ji hev derxe da ku edebiyat erzan nebe, bereksê wê divê bikaribe bigihîje, berz û bilind bibe. Welhasil, xwendina vê pirtûkê tiştek li meriv zêde nake.. tabîî ev fikra min a şexsî ye, êdî hûn û zewqa xwe ya edebî...
Derza Dilê MinFirat Cewerî · Avesta Yayınları · 201824 okunma
Eylem Nazenîn Elegez isimli okura yanıt verildi
Eylem Nazenîn Elegez
Şeyma Amîn delal☀️🌹

Yanî te wusa xweş rexne kiryekî, meriv dixwaze pirtûkê bixwîne Tê be qet rexne nîn e Seeta te xweş canim 💜🌿
Çîroka min
Ez xwediya dilek sentimental, milkên wî ne çavên kesk belek, ey yar, dizanim çîroka min i, bi sedan sal in! Eşqek nûrbexş xwe ji dilê min çilk dike. Hesreteke ku nayê pênasekirin cih girtiye, di nav şahiyên dilxemîn de, sedemên erxewani stargeh in. Di her tiştî de hezkirineke ku hezkirinê heq dike dibî maf heqë mirina běhûde ye, lė ev eşqek abadîn e, ew dilė min e, ez stêrka wi, awiren kesk, kenên şili, ů ji kaniyek nemir diherike, de biherike, û wê nemiciqe çiroka min.
Kurdî
Mem isimli okura yanıt verildi
Eylem Nazenîn Elegez
Sihet xweş keko 🌸 Mem Eyşem Jînda Tu dibînî em Serhedî çiqas Romantîk in😌😎