eger rojekê ji rojan
li erdê dirêj bibe gewdê min,
eger tu nebizde û netirse,
xwe bis ser min de
bis ser cesedê min ê qîrîna şer e,
xwar ke,
min maçî ke,
Min maçî ke,
mîna erdekî terikî yê bi hesreta avê,
bi mehdera dayikeke xwe dirêjî dergûşê dike,
mîna destê xwe dide îkona baweriyê,
bi hesreta dilopa baranê ya dikeve ser axê,
mîna dost û y are,
hesab ke ku zarokekî Roman im,
mîna buxçika pînekirî,
li pişta diya xwe,
nîvtazî,
gerok û surgûnkirî,