Çi bû çi nebû
Wa êşek nû bû
Kevnar bû
Ji kevnarên berê
Wêran bû
Wa xemên min
Pê re ar, pêre har bûn
Bênav bû
Bê zar û bê ziman bû
Nas bû
lê dîsa jî
Ew wenda bû
Ez nexşeyek lal im
Dibilînim, dinalim
Li havînekê kerr im
Zîz im, lal im
Westiya û bêhal im
Malwêranek im ez
Xewnekê dibînim
Û li ber siya wê
Dinyayekê dilerizînim
Nepirsin vê sibehê
Navê êşa min Sozdar e
Ez nexşeyek lal im
Dibilînim, dinal im
Li havînekê kerr im
Zîz im, lal im
Westiya û bêhal im
Malwêranek im
Xewnekê dibînim