Romana Fincana Ferfûrî (Gerdenzerî-2020), li ser çîroka du evîndaran disekine. Ev herdu evîndar ji kurdên kafkasê ne. Ji naverokê jî diyar dibe ku ev romaneke romantîk e. Lehengên romanê Têmûr û Meyrê ye. Têmûr, xwendekarê enstîtuya doktorê zanyariyê ye. Kesekî neteweperwer û fêhma ye. Meyrê keça Evdilê Eslanê rewşenbîr û dewlemend ê bi navûdeng e. Bi bedewiya xwe derdikeve pêşiya me. Mirazên van her du evindaran nayê cih. Roman gelemperî li ser şaşiyên kevneşopiyê kurdan û li ser nakokiyên karakteran radiweste.
Di romana Fincana Ferfûrî de îronî tune. Lê em rastî rexneyan tên. Em di romanê de qasî yek paragrafê jî rastî rexneya realîzma sosyalîst tên. Ezîzê Gerdenzerî di romana xwe de fikra xwe ya derbarê xerabbûna rejîma Stalîn de wiha aniye ziman:
“Wê çaxê, di dema têrora Stalînîzmê de, bav û kur jî radibûn li rûyê hev du, bira jî li ser bira şikiyat dikir. Her kesî ê din dijmin û xayîn didît. A niha, gunehkarî û tawanbariyên salê sîyî rû dane, tên şermezar û rezîlkirin. Desthilatdarên wê demê ên bêhiş,toxim û tovên hevdufirotinê,fesadî û xayintiyê, avêtibûn li nav xelkên xapandî…wê yekê jî ez bibêjim, ku xelkên Ermenîstanê, ew Kurd bin an Ermenî jî gelekan bi şeref û namûstir derketin, geveze û durû di nav wan de kêm bûn,zîyana têrora Stalînîzmê li vir ne pir bû… Ên şikiyat li ser wan hatibû kirin,ew a niha an li Sîbîrê ne, an jî mirî ne…” r.44.
Ji vê diyalogê eşkere ye ku Gerdenzerî rexneyê li realizma sosyalîzm tîne.
Ji vê diyalogê ya jêr jî diyar e ku li ser kurdên li Azerbaycanê dijîn ên wê serdemê tehdekariyek heye. Dema ku Meyrê û diya xwe diçin Bakûya Azerbaycanê, Kemal rastî wan tê û ev dîyalog derbas dibe:
“ -çi ye we ewqas zû zimanê zikmakî ji bîr kir? Şerm e. Kemal bersiva Meyrê da:
-Li derdorên me hemû Azerî ne.
Meyrê vê carê berê xwe